Îro li Ziyareta Siltan Êzîd li Tbilisi li rê û resmên xizmeta êvara çarşemê hatine kirin. Ruhaniya êzdiyan ya Gurcistanê çira hil kirin û du’a kirin ji bo ku ev nexweşiya bi navê koronovîrûs zû xilas be, û ji Xwedê xwestin ku mirovatiyê ji vê êşê xweyîkê. Hêjayî gotinêye, ku bi qirara Civata Ruhaniya Êzdiyan ya Gurcistanê û herwisa jî bi te’lîm û şîretên hukumetê li hemû ziyaretgehên Gurcistanê tenê oldar û ruhanî dema xizmetê hazir dibin. Ji bo milet hatiye gotin ku her kes malê xweda duayê xwe bikin.
Zêd